Mîgren serê gelek kesan diêşîne

  Mîgren serê gelek kesan diêşîne

Mîgren serêşiyek norolojîk e û bi destpêkirinavê nexweşiyê re mirov ji ronkayî û deng aciz dibe û gazindên dillihevketinê û verşandinê derdikeve holê. Li gor pisporan mîgren serêşiyek zêdeye ku di mehê de carek an du caran li mirov peyda dibe.

 

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ji her 100 kesî 16 kes
nexweşê mîgrenê ye. Jin ji mêran bêtir bi vê nexweşiyê ne. Ji her 10 jinan 2 jin û ji her 10 mêran 1 mêr bi mîgrenê dikevin. Stres yek ji girîngtirîn sebebêmîgrenê tê nîşankirin.

 

Guherandinên hormonî ku di bedena mirov de pêk tên, bêxewî û xwarin-vexwarin jî bandorek neyênî liser zêdebûna mîgrenê dikin.


Mîgren performansa mirov kêm dike û di pêwendiyên civakî de astengiyan dike. Lêkolînek ji aliyê fîrmeya Pfizer li heft welatan hatiye kirin eşkere dike ku ji sedî 55 kes di wê baweriyê dene ku gava ne bi nexweşiya mîgrenêbin çêtir dê û bavîtiya xwe dikin. Ji sedî 44 kes jî dibêjin ku mîgren pê re peyda nabe jinû mêrekî baştir e.

 

Jiber ku mîgren bandorek neyênî liser jiyana cinsî jî dike. Ji sedî 45 kes diyar dikin ku gava bi mîgrenê be kêmtir bi partnerê xwe re pêwendiyên cinsî dike û ji sedî 43ê kes jî eşkere dike ku qalîteya jiyana cinsî dikeve. Pispor pêşniyar dikin ku nexweşiya xwe ya mîgrenê cicdî bigirin û tedawî bibin.

 

hawar.net

LI GOTINEKÊ BIGERE

Tenduristî

'Cixareyê ez kuştim'

'Cixareyê ez kuştim'

Kesek bi navê Albert Whittamore ku di jiyana xwe de her cixare kişand piştî mirinê wesiyet kir ku li ser erebeya ku dê cenazeya wî bibe goristanê wisa bê nivîsîn, 'Ji ber kişandina cixareyê ez...

Zebeş mêraniyê xurt dike!

Zebeş mêraniyê xurt dike!

Li gor lêkolîneke ku li Amerîkayê hatiye kirin madeya bi navê "citrulline" ku di nav zebeşê de heye pêşî têkçûna ereksiyonê digere û wê baş dike. Bi vî awayî mêraniya zilaman xurtir dibe. Li gor...

Xwarina Pîvazên sor

Xwarina Pîvazên sor

  Lêkolînvanan dan zanîn, ku pîvazên sor can germ dike û xwînê çalak dike. Tevî ku hêsirên ji ber hûr kirina pîvazan dibarin can ji jahrê xelas dike. Lêkolînvanan dan xuyanî kirin ku...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info